Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê îstatîstikên hêza xebatê ya gulana 2019an eşkere kir

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên hêza xebatê ya gulana 2019an eşkere kir.

Li gor vê li tevahiya Tirkiyeyê di nav kesên ji 15 salî mezintir da hejmara kesên bêkar li gor heman meha sala par milyonek û 21 hezar kes zêde bû û derkete 4 milyon û 157 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî 3,1 puan zêde bû derkete ji sedî 12,8an.

Rêjeya bêkariyê di gulanê da li gor meha beriya xwe 0,2 puan kêm bû.

Rêjeya bêkariya xêncî cotkariyê li gor texmînan 3,4 puan zêde bû û derkete ji sedî 15an.

Di vê mehê da ji kesên emrê wan di navbera 15 û 24an da rêjeya bêkariyê 5,5 zêde bû û derkete ji sedî 23,3yan. Dîsa ji kesên emrê wan di navbera 15 û 64an da rêjeya bekariyê 3,2 puan zêde bû û dekete ji sedî 13,1ê.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Tebax 2019, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE