Rêjeya betaliyê hat eşkerekirin

Rêjeya betaliyê di tîrmehê da li gorî heman meha par 0,1 puan rabû bû ji sedî 10,8. Hejmara betalan 88 hezar zêde bû derket 3 milyon û 531 hezar kesî.

Rêjeya betaliyê hat eşkerekirin

Rêjeya betaliyê di tîrmehê da li gorî heman meha par 0,1 puan rabû û bû ji sedî 10,8. Di heman serdemê da hejmara betalan jî 88 hezar zêde bû û derket 3 milyon û 531 hezar kesî.

Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza şixul ên meha temûzê eşkere kirin.

Li gorî vê, li tevahiya Tirkiyeyê hejmara betalan a kesên 15 salî û yên jê mezintir, di tîrmehê da li gorî heman meha sala çûyî 88 hezar kes zêde bû û bû 3 milyon û 531 kesî. Di heman serdemê da rêjeya betaliyê jî 0,1 puan zêde bû û derket ji sedî 10,8an.

Rêjeya betaliyê di tîrmehê da li gorî meha beriya xwe jî 0,6 puan zêde bû.

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE