Rêjeya bêkariyê hat diyarkirin

Rêjeya bêkariyê hat diyarkirin

Li Tirkiyerêjeya bêkariyê di meha Tîrmehê da li gorî meha beriya wê 1,4 puan zêde bû û di asta ji sedî 12ê da pêk hat.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên hêza xebatê ya tîrmeha 2021î eşkere kir.

Li gor vê hejmara bêkarên ji 15 salî mezintir di tîrmehê da li gor hema beriya xwe 506 hezar zêde bû û derkete 3 milyon û 902 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 1,4 zêde bû û derkete ji sedî 12ê. Rêjeya bêkariyê li gor heman heyama sala par jî ji sedî 2,4 kêm bû.

Rêjeya bêkariya xêncî cotkariyê jî di tîrmehê da li gor hezîranê ji sedî 1,6 puan zêde bû derkete jisedî 13.9ê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE