Rêjeya bêkariyê hat diyarkirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di Mijdara 2021î da li gor meha berê neguherî û di asta ji sedî 11,2yan da ma.

Rêjeya bêkariyê hat diyarkirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di Mijdara 2021î da li gor meha berê neguherî û di asta ji sedî 11,2yan da ma, di heman mehê da hejmara bêkaran jî bû 3 milyon û 777 hezar kes.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a Mijdara 2021î eşkere kir.

Li gor vê, li Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ji 15 salî mezintir di mijdarê da li gor cotmehê 39 hezar kêm bû û derkete 3 milyon û 777 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî li gor meha berê neguherî û di asta ji sedî 11,2yan da ma. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha sala par jî ji sedî 1,8 kêm bû.

Li gor daneyên TUÎKê di navbera salên 2017 û 2021î da li gor mehan rêjeya bêkariyê wiha ne:

2017 2018 2019 2020 2021
Çileya Paşîn 12 9,8 13,5 13,1 12,7
Sibat 11,9 10 13,9 12,8 13,2
Adar 11,9 10 13,9 13,1 13
Nîsan 11,6 10,2 13,7 13,3 13,4
Gulan 11,1 10,6 13,7 13,2 12,6
Heziran 11 10,7 13,7 13,3 10,6
Tîrmeh 10,6 10,8 13,9 14,4 11,8
Tebax 10,5 11,2 14 13 11,8
Îlon 10,3 11,5 14,1 12,8 11,5
Cotmeh 10,3 11,6 13,5 13,1 11,2
Mijdar 10,1 12,2 13,4 13 11,2
Çileya Pêşîn  9,9 12,7 13,4 12,7
Salane 10,9 12 13,7 13,1

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE