Rêjeya bêkariyê hat diyarkirin

Rêjeya bêkariyê hat diyarkirin

,

Li Tirkiyerêjeya bêkariyê di çileya pêşîn a 2021î da li gor meha berê ya par 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 11,2yan, di heman mehê da hejmara bêkaran jî 2 hezar kes zêde bû û bû 3 milyon û 794 hezar kes.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a çileya pêşîn a 2021î eşkere kir.

Li gor vê, li Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ji 15 salî mezintir di çileya pêşîn da li gor heman mehê ya salek berê 2 hezar kes zêde bû bû û derkete 3 milyon û 794 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî di heman mehê da 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 11,2.

Li gor daneyên TUÎKê di navbera salên 2017 û 2021î da li gor mehan rêjeya bêkariyê wiha ne:

2017 2018 2019 2020 2021
Çileya Paşîn 12 9,8 13,5 13,1 12,7
Sibat 11,9 10 13,9 12,8 13,1
Adar 11,9 10 13,9 13,1 13
Nîsan 11,6 10,2 13,7 13,3 13,4
Gulan 11,1 10,6 13,7 13,2 12,6
Hezîran 11 10,7 13,7 13,3 10,6
Tîrmeh 10,6 10,8 13,9 14,4 11,8
Tebax 10,5 11,2 14 12,9 11,8
Îlon 10,3 11,5 14,1 12,8 11,5
Cotmeh 10,3 11,6 13,5 13,1 11,2
Mijdar 10,1 12,2 13,4 13 11,3
Çileya Pêşîn 9,9 12,7 13,4 12,7 11,2
Salane 10,9 12 13,7 13,1

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE