Rêjeya bêkariyê hat diyarkirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di gulanê da li gor meha berê 0,6 puan kêm bû û bû ji sedî 13,2yan

Rêjeya bêkariyê hat diyarkirin

 Li Tirkiyerêjeya bêkariyê di meha gulanê da li gor meha berê 0,6 puan kêm bû û dakete ji sedî 13,2yan. Di heman heyamê da hejmara bêkaran jî dakete 4 milyon û 237 hezaran.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên rêjeya kar ya der barê heyama Gulana 2021î da eşkere kir.

Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê di meha gulanê da hejmara bêkaran di kesên temenê wan 15 û jê zêdetir da di meha gulanê da rêjeya bêkariyê 0,6 kêm bû û dakete dora ji serdî 13,2yan. Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par 0,3 puan kêm bû.

Li gor vê li tevahiya Tirkiyeyê di nav kesên ji 15 salî û yên jê mezintir da hejmara kesên bêkar di meha gulanê da li gor heman mehê 265 hezar kes kêm bû û bû  4 milyon û 237 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî li gor heman mehê ya par 0,3 puan kêm bû.

Rêjeya bêkariya xêncî cotkariyê li gor texmînan 1,1 puan kêm bû û ji sedî 15,1 hat hesabkirin.

Di vê mehê da ji kesên temenê wan di navbera 15 û 24an da rêjeya bêkariyê 2 puan kêm bû û dakete ji sedî 24an, rêjeya îstixdamê jî 0,1 puan zêde bû û bû 31,9. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE