Rêjeya bêkariyê ya 2019an eşkere bû

Di dawiya sala 2019an de rêjeya bêkariyê bû ji sedî 13,7

Rêjeya bêkariyê ya 2019an eşkere bû

Rêjeya bêkariyê ya sala 2019an hat eşkerekirin. Li gorî vê, rêjeya betaliyê bû ji sedî 13 bêhnok 7. Rêjeya îstihdamê jî bû jı sedî 44 bêhnok 7.

Rêjeya bêkariyê di sala 2019an de sifir bêhnok 2 zêde bû û derket ji sedî 13 bêhnok 7an.

Li Türkiyê hejmara kesên bêkar ku 15 salî û mezintir in jî bû 4 milyon û 300 hezar kes.

Bêkariya ji bilî çandiyê jî sifir bêhnok 2 zêde bû û derket ji sedî 15 bêhnok 8an.

Hejmara kesên ku dixebitin jî li gorî heman heyama sala bihorî 3 hezar zêde bûn û derket 27 milyon û 600 hezar kesî.

Rêjeya îstihdamê jî di meha Kanûna sala 2019an de bû ji sedî 44 bêhnok 7.

Rêjeya îstîhdamê jî di meha Kanûnê de bû ji sedî 51 bêhnok 8.

îstîhdam li gorî heman heyama sala borî 95 hezar kes zêde bû û derket 32 milyon û 500 hezar kesî.

Rêjeya bêkariyê ya kesên ku di navbera 15 û 64 salî de ne, bû ji sedî 14. Rêjeya îstihdama vê komê jî bû ji sedî 49 bêhnok 3.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE