Rêjeyên Îxracata meha Hezîranê

Di nîvê ewil ê 2019an de îxracat gihîşt 88,2 milyar dolaran....

Rêjeyên Îxracata meha Hezîranê

Di nîvê ewil ê salê de rekora dîroka Tirkiyeyê ya îxracatê hat bidestxistin. Di 6 mehên ewil ên salê de mîqdara îxracatê ji 88 milyar dolarî derbas kir. Kêmaniya bazirganiya derve jî daket 13 milyar û 963 milyon dolarî.

Tirkiye di îxracatê de bi rekoran dewam dike.

Di nîvê ewil ê salê de 88 milyar û 200 milyon dolar îxracat hat kirin.

Bi vî awayî rekora dîroka Tirkiyeyê hat bidestxistin.

Wezareta Bazirganiyê derbarê meha Hezîranê de daneyên îxracatê yên li gorî pergala bazirganiya Giştî eşkere kirin.

Bazirganî ji ber bandora neyînî ya betlaneya cejna Remezanê hinekî nebaş dest bi mehê kir.

Di 20 rojên dawî de bazirganî gelek zêde bû û derket 11 milyar û 597 milyon dolarî.

Mehane ji sedî 14 bêhnok 86 kêm bû, lê dîsa jî di nîvê ewil ê salê de rekor hat bidestxistin.

Îxracata 6 mehan ji sedî 2 bêhnok û 18 zêde bû û gihîşt 88 milyar û 200 milyon dolarî.

     DI ÎXRACATÊ DE RERKORA 6 MEHAN

                                          ÎXRACAT ($)                 ZÊDEBÛN(%)

HEZÎRAN                             11,597 MILYAR             -14,86

6 MEHÊN 2019AN                 88,200 MILYAR               2,18

Di Hezîranê de îthalat ji sedî 22 bêhnok 8 kêm derket û bû 15 milyar û 86 milyon dolar.

Kêmaniya bazirganiya derve ji sedî 41 bêhnok û 1 kêm bû.

Daket 3 milyar û 498 milyon dolarî.

Di nîvê ewil ê sala 2019an de jî kêmaniya bazirganiya derve bû 13 milyar û 963 milyon dolar.

Rêjeya îxracatê ya li hemberî îthalatê jî di meha Hezîranê de derket ji sedî 76 bêhnok û 9an.

DI BAZIRGANIYA DERVE DE KÊMANÎ HINDIK DIBE

                                       KÊMANÎ($)                 GUHERÎN(%)

HEZÎRAN                          3,489 MILYAR              -41-10

6 MEHÊN 2019AN             13,963 MILYAR             -66,71

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê diyar kir ku bereksê rûdanên neyînî yên di bazirganiya kurewî de û daketina li herêma Ewroyê ya ku ji bo Tirkiyeyê bazara herî girîng e, dîsa jî di îxracatê de performansa  bazirganiya me ya erênî dewam dike.

Di meha Hezîranê de rêza welatên ku herî zêde îxracat pê re tê kirin, neguherî.

Elmanya di rêza ewil de ye.

Bi Elmanyayê re milyarek û 152 milyon dolar îxracat hatiye kirin. Di rêza duyemîn de Îngîlistan û ya sêyemîn de jî Fransa û Îtalya hene.

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE