Serokê Meclisa Îxracatkarên Türkiyeyê Îsmaîl Gulle destnîşan kir ku îsal di îxracatê da hedefa wan 190 milyar dolar e.
Gulle bû mêvanê weşana zindî ya Maseya Fînansê ya Ajansa Anadoluyê .
Serokê Meclisa Îxracatkarên Türkiyeyê Gulle destnîşan kir niha îxracat di meha Çileyê da li gor heman heyama par ji sedî 5an zêdetir e û wiha got: "Îsal di îxracatê da hedefa me 190 milyar dolar e."
Gulle diyar kir tesîra neyînî ya parîteya ewro/dolar ya li ser îxracata me derdora 5 milyar dolarî ye, ji bona Türkiye nîşanbarên biîstiqrar biqefêle zehf girîng e ku reqamên faîzê dakevin yekxaneyê.
Îsmaîl Gulle diyar kir bi rehetî dikarin bibêjin ku teşwîq gihîştine armanca xwe û got ku em teşwîqên ku hatine dayîn wek îxracat û dowîz tînin welêt. Wek îxracatkar kureke bihevseng û biîstiqrar dixwazin û wiha axivî: "Em kureke bihevseng dixwazin ku îxracatkaran bi enflasyonê nede pelçiqandin. Em kuran wek derfeta qezenceke zêde yan jî argumaneke zirarê nabînin."
Gulle got ku sala par 17 hezar û 544 fîrmayên me îxracat kirin û bi 4,5 milyar dolarî îxracat kirin.
Serokê Meclisa Îxracatkarên Türkiyeyê Gulle der barê Otomobîla Türkiyeyê da got ku ji bona me serfiraziyeke mezin e ku Otomobîla Türkiyeyê îxrac bikin, bi dinyayê bidin nasandin û bifiroşin.
Gulle diyar kir Meclisa Îxracatkarên Türkiyeyê wê bi însiyatîfa xwe ji îxracatkaran mehaneya destpêkê hilnede.
AA