Santrala enerjıya tavê

Santral li Tuşbayê li ser 760 hezar metreçarçik qadê tê çêkirin.

Santrala enerjıya tavê

Li Tuşbaya Vanê santraleke tavê tê çêkirin. Di vê santralê de panelên ku tên danîn, li gorî tavê hereket dikin. Ji ber ku panel hereket dikin, santral ji enerjiya tavê zêdetir îstifade dike.

Ji ber ku panel hereket dikin santral ji enerjiya tavê zêdetir îstifade dike.

Şaredarê Tuşbayê Salih Akman derbarê projeya santrala tavê de axivî û got: 138 hezar heb panel wê li qadê bên danîn.

Şaredar Akman dibêje ji bo ku panelên tavê hereket dikin santral ji tavê zêdetir îstifade dike.

Bi saya panelên bi hereket li gorî sîstemên sabît ji sedî 32 zêdetir ceyran wê bê hilberîn.

Tê plankirin ku Santrala Enerjiya Tavê heta dawiya salê dest bi xizmetê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE