Santrala hîbrît a herî mezin a Ewropayê

Santrala hîbrît a enerjiya tavê ya Aşağı Kaleköya Çewligê kete xizmetê.

Santrala hîbrît a herî mezin a Ewropayê

Veberhênanên ji bo pêdiviya enerjiyê ya Tirkiyeyê dewam dikin. Li Çewligê yekemîn santrala hibrît a enerjiyê hat damezirandin. Santrala ku hat avakirin li Ewropayê santrala herî mezin e. Qeweta santrala Kaleköyê ya enerjiya hibrît a tavê 580 megavat e. Santral wê têrî pediviya enerjiya 450 hezar malan bike.

Li ser çemê Muratê hat avakirin. Erdên beyar yên nêzî çem bi panelên tavê hatin tijîkirin.

Yekem santrala enerjiyê ya hîbrît ya Tirkiyeyê li Çewligê hat avakirin.

Santlar bi mezinbûna xwe satrala herî mezin a Ewropayê ye.

Santrala enerjiya hîbrît a Aşağı Kaleköyê di nav sînorên Gençê de ye.

Li santralê hilberina enerjîyê dest pê kir.

Santrala hîbrît a enerjiyê li ser milyonek metrekare erdî hat avakirin.

Midûrê Giştî yê Kalehan Enerjiye Gültekin Keleş got, ‘’Ev santrala hîbrît a enerjiyê yekem tesîsa hîbrît a Tirkiyeyê ye. Qeweta santralê 580 megavat e. Ev tesîs bi mezinayiya xwe li Ewropayê yekemîn, li cihanê jî 2emîn e.’’

Li santralê 150 kes dişixulin. Santral bi talîmata Serok Recep Tayyip Erdoğan hat avakirin.

Tesîsa ku bi çavkaniyên xezayî yanî tên nûkirin dixebitê wê feydeyeke mezin bide aboriya welêt.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE