Şaredarê Bajarê Mezin ê Bexdayê bangî şirketên Tirk kir ku li Bexdayê veberhênanê bikin

"Em dixwazin di pêşketin û xurtbûna Bexdayê da rola her kesî hebe. Tecrubeyên Tirkiyeyê yên di vê qadê da îlhamê didin. Em dixwazin ji hemû tecrubeyên Tirkiyeyê yên qada pêşketinê îstifade bikin"

Şaredarê Bajarê Mezin ê Bexdayê bangî şirketên Tirk kir ku li Bexdayê veberhênanê bikin

 Ala Maanê Şaredarê Bajarê Mezin ê Bexdaya paytextê Iraqê diyar kir, di qada pêşketina paytextê da ew dixwazin ji tecrubeyên Tirkiyeyê îstifade bikin û bangî şirketên Tirk kir ku li Bexdayê veberhênanê bikin.

Şaredar Maan li Bexdayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Em dixwazin di pêşketin û xurtbûna Bexdayê da rola her kesî hebe. Tecrubeyên Tirkiyeyê yên di vê qadê da îlhamê didin. Em dixwazin ji hemû tecrubeyên Tirkiyeyê yên qada pêşketinê îstifade bikin."

Maan şirketên Tirk dewet kir ku li Bexdayê veberhênanê bikin û li ser ziyareta Tirkiyeyê ya Serokwezîr Mistefa el-Kazimî sekinî û wiha axivî:

"Hatina Tirkiyeyê ya Serokwezîr Kazimî tesîreke mezin û girîng çêkir. Tirkiye ezîz e û cînarê me ye. Em dixwazin di qada pêşketina Bexdayê da bi Tirkiyeyê ra tevkariyê xurt bikin."

Piştî ku Amerîkayê di 2003yan da Iraq dagir kir, li Bexdayê xizmetên şaredariyê nedihatin kirin. Li paytextê tunel, pire û rê xerab bûbûn û ji ber ku 18 sal in tu temîr nehatine kirin, welatî bertek nîşan didin.

Li Bexdayê projeyên ku şaredariyên herêmî piştî 2003yan çêkirine, piraniya wan dibin mijara nîqaşên gendeliyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE