Şaredariya Siirtê bermayıyan li derveyî bajêr kom dike, paşê ji wan ceyranê hildiberîne. Ev him ji bo parastina xwezayê, him jî ji bo ekonomiyê gelekî girîng e...
Gelek tiştên ku em wek çop diavêjin, bi saya tesîsên taybet di sinayiyê de ji nû ve tên bikaranîn.
Lê hin tiştên ku bi kêr nayên jî, li derveyî bajêr, li qadekê tên komkirin.
Ev der sergoya bajarê Siirtê ye. Her çiqas ev der cihê qirêjiyê be jî şaredarî ji van çopan enerjiyê hildiberîne.
Bi saya boriyên ku li qadê hatine bicihkirin, gaza metan a çopan li tesîsa ceyranê kom dibe.
Ev tesîs him ji bo ekonomiyê him jî ji bo xwezayê projeyeke mezin e.