Sberbank ji bazara Ewropayê derket

Sberbank ji bazara Ewropayê derket

Sberbanka bankeya herî mezin a Rûsyayê diyar kir ku piştî mueyîdeyan ji bazara Ewropayê derket.

Di daxuyaniya nivîskî ya Sberbankê da hat diyarkirin ku ji şaxên Ewropayê yên bankeyê pereyekî "mezin" hat kişandin.

Di adxuyaniyê da hat gotin ku li dijî şaxên bankeyê û xebatkaran jî tehdîd zêde bûn, Sberbankê di halê hazirî da  biryar da ku ji bazara Ewropayê vekişe.

Saziya Piyaseya Sermayeya Awistiryayê (FMA) diyar kiribû ku li ser telîmata bankeya Navendî ya Ewropayê (ECB) Sberbank Europe AGya şaxa Ewropayê ya Sberbankê hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE