Li Muşê sektora tekstîlê dîsa dest bi xebatê kir. Piştî navbereke dirêj, tekstîla herî mezin a Muşê ku tê de 700 kes dixebitin, dîsa dest bi xebatê kir.
Li Muşê şewba koronayê wekî gelek cihan tesîreke neyînî li sektora tekstîlê jî kir.
Hemû tekstîlan xebatên xwe sekinandin.
Lê niha êdî yek bi yek vedibin.
Her wiha tekstîla herî mezin a bajarê Muşê, jî piştî navbereke dirêj dîsa dest bi xizmetê kir.
Di vê tekstîlê de 700 xebatkar dixebitin.
Berhemên vê tekstîlê heta Fransa û Emerîkayê jî tên şandin.