Berê ji bo şixulê diçûn Anadolê û bajarên mezin. Lê piştî teşwîqan, li herêmê sektora tekstîlê her sal bi pêş ve diçe. Di sektora tekstîlê de li Muşê jî zêdetirî 3 hezar welatî tên îstihdamkirin.
Li bajarên herêmê bi saya piştgiriya dewletê, sektora tekstîlê her ku diçe mezintir dibe.
Muş jî ji wan bajaran yek e. Di atolyeyên tekstîlê de halêhazir zêdetirî 3 hezar Muşî dixebitin.
Bi saya vê sektorê aboriya bajêr bi pêş dikeve û welatî jî naçin xerîbiyê.
Karsazê tekstîlê Cemal Oktan jî dibêje bi saya piştgiriyên dewletê wê îstihdama di sektora tekstîlê de ya li Muşê bigihêje 6 hezaran.
Ji sektora tekstîlê ya Muşê salê 150 milyon lîre pere tê û ev yek tevkariyeke mezin dide ekonomya bajêr.