Li Batmanê di nav deh salên dawî de gelek kargehên tekstîlê vebûn. Li bajêr ji 250’yî zêdetir kargehên tekstîlê hene. Di van kargehan de nêzî 25 hezarî zêdetir kes dixebitin.
Li herêmê piştî ku aramî û hizûr pêk hat di gelek waran de veberhênan hatin kirin.
Li Batmanê jî di nav 10 salên dawî de ji 250yî zêdetir kargeh û febrîqayên tekstîlê vebûn.
Bi saya van kargehan gelek welatî ji bajarên mezin vegeriyan û niha li bajarê xwe dixebitin.
Li seranserê Batmanê 252 fîrmayên tekstîlê hene. Di van fîrmayan de ji 25 hezarî zêdetir kes dixebitin.
Tê xwestin sektor bi pêş bikeve û hejmara xebatkaran derkeve ser 40 hezarî.