Serdema rakirina silqan dest pê kir

Cotkarên ku berên xwe ewil anîn Fabrîkaya Şekir hatin xelatkirin

Serdema rakirina silqan dest pê kir

Li Wan û derdora wê serdema rakirin û kirîna silqan dest pê kır. Li navçeya Erdîşê jî heyama 32yan bi merasîmeke fermî dest pê kir. Cotkarên ku silqên xwe ewil dan fabrîkayên şekir jî ji bo teşwîqê hatin xelatkirin.

Li Erdîşa Wanê û bajarên derdorê heyama rakirina silqan dest pê kir.

Silqên ku tên rakirin têne firotin Fabrîkaya şekir a navçeyê.

Ji bo teşwîq û kirîna silqan, li hewşa fabrîkayê merasîm hat lidarxistin.

Qeymeqamê Ercişê Nuri Mehmetbeyoğlu got; ‘’Heyama 32yan a standina silqan dest pê kir. Ez ji xwedê dixwazim bila ev heyam li ser xêrê be, bi bereket û qezenceke zêde derbas bibe.’’

Rayedarên bajêr û cotkaran bi hev re ji bo destpêkirina heyamê qurdele birî.

Ji bo teşwîqê jî cotkarên ku berên xwe ewil anîn hatin xelatkirin.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE