Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê diyar kir ku ji bo heyama perwerdeyê ya 2020-2021ê serîlêdanên burs û krediyê dest pê kirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku di heyama perwerdeyê ya 2020-2021ê da ji bo xwendekarên cara ewil dest bi zanîngehê kirin û xwendekarên li zanîngehan di polên navberê da dixwînin û xwendekarên welatiyê Tirkiyeyê yên li dervayî welêt dixwînin serîlêdana burs û krediyê dest pê kir.
Xwendekarên dixwazin ji mafê burs-krediyê îstifade bikin dibê di navbera 28ê cotmehê û 3yê mijdarê da li ser e-Devletê serî lê bixin.
AA