Serlêdanên Pereyê Xebata Kin sibê dest pê dike

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand ku serlêdanên Pereyê Xebata Kin wê ji sibê pê va ser înternetê dest pê bike

Serlêdanên Pereyê Xebata Kin sibê dest pê dike

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand ku serlêdanên Pereyê Xebata Kin wê ji sibê pê va ser înternetê dest pê bike.

Wezîr Selçukê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, karsazên ku di binê tesîra neyênî ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da mane û ji ber vê yekê dixwazin ji sepana xebata kin mifadar bibin, dikarin belgeyên ku hewce dikin ser înternetê ji Midûriyên Bajêr ên ÎŞKUR û Navendên Xizmetê ra bişînin û serlêdana xwe bikin.

Selçukê diyar kir, daxuyaniyên der heqê serlêdanan da wê li ser navnîşana "www.iskur.gov.tr"yê werin weşandin.

Selçukê bi bîr xist, Pereyê Xebata Kin bi "Pakêta Mertalê Îstiqrara Aborî" ku ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hat eşkerekirin, ket dewrê û lijneya rêvebiriyê ya ÎŞKURê jî ji bo lezkirina pêvajoyê biryar da ku serlêdan werin kirin.

Selçukê diyar kir, piştî tesbîta Serokatiya me ya Rêberî û Teftîşê pereyê xebata kin wê were dayîn û destnîşan kir, ji bo pêvajoya serlêdan û encamdanê ser malpera înternetê ya ÎŞKURê "www.iskur.gov.tr" daxuyaniya berfireh wê were dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE