Serlêdanên piştgiriya hîbeyê ya heyama 2yemîn a 2020an dest pê kir

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand ji bo astengdarên dixwazên karê xwe bikin wan bihayê piştgiriya hîbeyê heta 65 hezar lireyan zêde kiriye û serlêdanên hîbeyê ya heyama 2yemîn a 2020an dest pê kiriye.

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ji sala 2014an vir va ew piştgiriyê didin astengdarên dixwazên karê xwe ava bikin, di vê çarçoveyê da ji bo 2 hezar û 291 astengdarên xwestine karê xwe bikin 96 milyon û 944 hezar lire pere hatiye dayîn.

Wezîr Selçukê got bihayê hîbeyê ya ku 50 hezar lire bû heta 65 hezar lireyan hatiye zêdekirin, astengdarên dixwazin ji vê hîbeyê îstifade bikin divê heta 17ê Tîrmeha 2020an bi projeyên xwe va serî li Midûriyetên Bajêr ên ÎŞKURê bidin.

Selçukê anî ziman welatiyên dixwazin projeya xwe pêşkeş bikin divê li ser malpera "www.iskur.gov.tr"ê ji qisma "Bangewezî"yê forma serîlêdanê tije bikin û paşê vê projeya xwe heta 17ê Tîrmeha 2020an an bi destan an jî bi posteyê teslîmî Midûriyetên Bajêr ên Saziya Kar û Xebatê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE