Sermiyanên hin kes û şîrketên têkildarî DEAŞ û El Qaîdeyê yên li Türkiyeyê hatin cemidandin

Sermiyanên hin kes û şîrketên têkildarî DEAŞ û El Qaîdeyê yên li Türkiyeyê hatin cemidandin

Wezareta Xezîne û Darayiyê ji ber hebûna sedemên maqûl ên ji rêxistinên terorê ra fînansman dabîn kirine, sermiyanên hin kes û şîrketên têkildarî rêxistinên terorê DEAŞ û El Qaîdeyê yên li Türkiyeyê cemidandin.

Biryara cemidandina sermiyanan a Wezaretê di Rojnameya Fermî da hat weşandin û hat cîbicîkirin.

Li gorî vê, di çarçoveya hebûna sedemên maqûl da ya kirinên dikevin çarçoveya sûcê "fînansmana terorê", sermiyanên 27 kes û şîrketeke têkildarî rêxistina terorê DEAŞê û her wiha 2 kesên têkildarî El-Qaîdeyê yên li Türkiyeyê hatin cemidandin.

Kesên têkildarî DEAŞê yên sermiyanên wan hatin cemidandin wekî Obid Alyousef, Yaman Alhasan, Mohamad Azram, Muhammed Bereket, Nuri Alahhmed, Omar Qabaleh, Ahmad Zaher Muhanna, Abdurrahman Abdulkarem, Mohammad Alnasser, Ahmad Sahwan, Abdulkadir Khatib, Ammar Salo, Şadi Salo, Muhammed Salo, Mohamad Zakaria Alabdullah Alrazouk, Ahmet Karaagaç, Ubeyde Yigitbaşi, Ahmet Elsaid, Turgut Kuçukefe, Delal Abdullatif Aluç, Mehmet Zeki Yildiz, Yunus Emre Sakarya, Mohammed Raed Kaka, Hussam Jamous, Fatma Ozdemir, Îbrahim Bahsiti, Bakhtiiar Abdurashidov hatin rêzkirin.

Şîrketa têkildarî DEAŞê jî wekî "Profesyoneller Elektronik Ticaret Îthalat û Îhracat Ltd. Şti." hat destnîşankirin.

Kesên têkildarî El-Qaîdeyê yên sermiyanên wan hatin cemidandin jî Mahmoud Jalab û Emrah Kuşçu ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE