Şirnex par di qada hilberîna fistiqê da di nav 3 bajarên sereke da cî girt

Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê weşand da hat gotin ku Walî Alî Hamza Pehlîvan bi şandeya Serokê Yekîtiya Hilberînerên Fistiqa Şanê ya Silopiyê Emîn Soysal jî tev bû ra hevdîtin kir.

Şirnex par di qada hilberîna fistiqê da di nav 3 bajarên sereke da cî girt

 Bajarê Şirnexê di qada hilberîna fistiqa şanê da par di nav sê bajarên ewil da cî girt.

Li navçeya Silopiyê qada fistiq lê hatine çandin ji 30 hezar deqarî derxistin 60 hezar deqarî û rekolteya bi 20 hezar tonî va bajêr di sala 2020î da di nav sê bajarên ewil ên herî zêde fistiq jê hat rakirin da cî girtibû û par jî heman rêza xwe parast.

Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê weşand da hat gotin ku Walî Alî Hamza Pehlîvan bi şandeya Serokê Yekîtiya Hilberînerên Fistiqa Şanê ya Silopiyê Emîn Soysal jî tev bû ra hevdîtin kir.

Walî Pehlîvan di daxuyaniyê da destnîşan kir ku di sala 2021î da li 19 gundên bajêr bi tevahî li 75 deqarî fistiqa şanê hatiye danîn. Di qada hilberîna fistiqa şanê da li seranserê welêt Şirnex di nav sê bajarên ewil da cî girt.

Pehlîvan got ku cotkaran ji firotina fistiqan 236 milyon lire pere qezenc kirine û wiha domand: "Ez cotkarên me yên kedkar pîroz dikim. Di qada marqebûnê da jî xebat tên kirin. Ez mijarê ji nêz va dişopînim, di qada projeyên veberhênanî û perwerdehiyê da piştgiriya hewce dike em didin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE