Îstatîktikên bêkariyê hat eşkerekirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha nîsanê da li gor heman meha sala par 3,4 puan zêde bû derkete ji sedî 13an. Di heman heyamê da hejmara bêkaran milyonek û 116 hezar kes zêde bû û bû 4 milyon û 202 hezar kesî

Îstatîktikên bêkariyê hat eşkerekirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha nîsanê da li gor heman meha sala par 3,4 puan zêde bû derkete ji sedî 13an. Di heman heyamê da hejmara bêkaran milyonek û 116 hezar kes zêde bû û bû 4 milyon û 202 hezar kesî.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên bêkariyê yên nîsana 2019an eşkere kir.

Li gor daneyên hatin weşandin, di nîsana îsal da li gor nîsana par li tevahiyê Tirkiyeyê di nav kesên ji 15 salî mezintir da hejmara kesên bêkar milyonek û 116 hezar kes zêde bû û derkete 4 milyon û 202 hezar kesî. Di heman demê da rêjeya bêkariyê 3,4 puan zêde bû derkete ji sedî 13an.

Di nîsanê da li gor meha beriya xwe rêjeya bêkariyê 1,1 puan kêm bû.

Rêjeya bêkariya xêncî cotkariyê 3,6 puan zêade bû û derkete ji sedî 15an.

Li gor daneyên TUÎKê di navbera salên 201 û 2019an da li gor sal û mehan rêjeya bêkariyê wiha ye:

2010 2011 2012 2013 2014 2015 2016 2017 2018 2019
Rêbendan 13,6 11,1 9,3 9,7 10,3 11,3 11,1 13 10,8 14,7
Sibat 13,5 10,7 9,6 9,7 10,2 11,2 10,9 12,6 10,6 14,7
Adar 12,8 10,1 9,1 9,4 9,7 10,6 10,1 11,7 10,1 14,1
Nîsan 11,3 9,3 8,2 8,7 9 9,6 9,3 10,5 9,6 13
Gulan 10,3 8,9 7,6 8,2 8,8 9,3 9,4 10,2 9,7
Hezîran 9,9 8,7 7,3 8,1 9,1 9,6 10,2 10,2 10,2
Tîrmeh 9,9 8,6 7,6 8,6 9,8 9,8 10,7 10,7 10,8
Tebax 10,6 8,5 8 9 10,1 10,1 11,3 10,6 11,1
Îlon 10,6 8,2 8,3 9,2 10,5 10,3 11,3 10,6 11,4
Cotmeh 10,5 8,4 8,3 9,1 10,4 10,5 11,8 10,3 11,6
Mijdar 10,2 8,4 8,6 9,3 10,7 10,5 12,1 10,3 12,3
Berfanbar 10,6 9 9,3 9,6 10,9 10,8 12,7 10,4 13,5
Salane 11,1 9,1 8,4 9 9,9 10,3 10,9 10,9 11

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Tîrmeh 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE