Li gor daneyên TUÎKê îxracat di meha mijdarê da ji sedî 9,4 zêde bû û bû 15 milyar û 529 milyon dolarî, îdxalat jî ji sedî 21,3 kêm bû û bû 16 milyar û 180 milyon dolarî.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Bazirganiyê bi hev ra îstatîstîkên bazirganiya derva ya berwext ya meha mijdarê û heyama çileya paşîn-mijdarê eşkere kirin.
Li gor daneyên TUÎKê îxracat di meha mijdarê da ji sedî 9,4 zêde bû û bû 15 milyar û 529 milyon dolarî, îdxalat jî ji sedî 21,3 kêm bû û bû 16 milyar û 180 milyon dolarî.
Di vê heyamê da ferqa bazirganiya derva ji sedî 89,8 kêm bû û dakete 651 milyon dolarî.
Heyama çileya paşîn-mijdarê
Îxracata Tirkiyeyê di heyama çileya paşîn-mijdarê da li gor heman heyamê ya par ji sedî 7,7 zêde bû û derkete 154 milyar û 186 milyon dolarî.
Îdxalata Tirkiyeyê jî di heman heyamê da ji sedî 2 kêm bû û dakete 206 milyar û 505 milyon dolarî.
Di vê heyamê da ferqa bazirganiya derva jî ji sedî 22,6 kêm bû û bû 52 milyar û 319 milyon dolar.
AA