Di meha tebaxê de rêjeya betaliyê li gorî heman dema par nêzî 3 puan zêde bû û bû ji sedî 14.
Saziya istatîstîkê ya Tirkiyeyê îstatîstikên nifûsa kar a meha tebaxa 2019an eşkere kirin.
Hat destnîşankirin ku hejmara betalan li gorî heman heyama par 980 hezar zêde bûye û bûye 4 milyon û 650 hezar.
Betaliya ji bilî çandiniyê ji sedî 3 bêhnok 5 zêde bû û bû ji sedî 16 bêhnok 7.
Betaliya ciwanan ji sedî 27 bêhnok 4, betaliya temenê di navbera 15 û 64an de jî bû ji sedî 14 bêhnok 3 puan.
Di heman heyamê de hejmara istihdamê jî li gorî heman heyama par 789 hezar kêm bû.
Rêjeya istihdamê ket ji sedî 46 bêhnok 3 puanê.
Ji sedî 19 bêhnok 6ê kesên ku hatine îstihdamkirin di çandiniyê de, ji sedî 19 bêhnok û 5ê wan di pîşesaziyê de û ji sedî 5ê wan jî di karê înşaetê de îstihdam bûne.
Herwiha di meha tebaxê de tevlîbûna kar jî ji sedî 53 bêhnok 9 puan e.