Li Mûşê her ku diçe bêhtir derfetên îstihdamê çêdibin. Bi vebûna fîrmayên tekstîlê ciwan dibin xwedî kar û bar. Bi saya vê koça ji bo bajarên din kêmtir dibe.
Li Mûşê 28 kargehên tekstîlê hene. Bi saya vê yekê îstihdameke girîng pêk tê û welatî dibin xwedî kar û bar.
Nêzî 3 hezar kes li van kargehan dixebitin û kapasîteya van fîrmayan her sal 100 milyon lîre ye.
Ev fîrma 10 sal ji sîgortayê muaf in û ÎŞ-KÛR jî pişt dide wan.