TCMB lîmîta yekûna transferkirina pere ya bi FASTê derdixe 5 hezar lîreyî

Di daxuyaniya TCMByê da hat diyarkirin, bi rêya pergala FASTê ya ku 7 roj 24 saet derfeta transferkirina pere ya di heman kêliyê da dide va rojane 3,5 milyon transfer tên kirin. 

TCMB lîmîta yekûna transferkirina pere ya bi FASTê derdixe 5 hezar lîreyî

Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) ragihand, di transferkirina pere da lîmîta yekûna Transfera Bi Kêlî û Timî ya Fonan (FAST) ku 2 hezar lîre ye, dê ji 21ê Sibatê pê va bo 5 hezar lîreyî were derxistin.

Di daxuyaniya TCMByê da hat diyarkirin, bi rêya pergala FASTê ya ku 7 roj 24 saet derfeta transferkirina pere ya di heman kêliyê da dide va rojane 3,5 milyon transfer tên kirin. 

Her wisa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo agahiyên berfirehtir ên der heqê pergala FASTê da meriv dikare malpera "https://fast.tcmb.gov.tr" ziyaret bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE