TCMB'yê rêjeya faîzê 100 baz puan kêm kir

TCMB'yê rêjeya faîzê 100 baz puan kêm kir

Lijneya Polîtîkaya Pereyan (PPK) a Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) rêjeya faîzê ya îhaleya repoyê ya biwade ya hefteyekî (faîza polîtîkayê) 100 baz puan kêm kir û daxiste ji sedî 15yan.

TCMByê der barê rêjeya faîzê da daxuyaniyek da û got Lijneya Polîtîkaya Pereyan bi serokatiya Serokê Bankaya Navendî Şahap Kavcioglu civiya û rêjeya faîzê ya polîtîkayê 100 baz puan kêm kir û daxiste ji sedî 15yan.

Di daxuyaniyê da hat gotin zêdebûna enflasyonê li gor bankayên navendî yên welatên pêşvaçûyî wê li gor texmînan zêdetir dewam bike.

Hat destnîşankirin di nîva ewil a salê da çalakiyên aboriyê yên kurewî hinekî baş bû lê ji ber cureyên nû yên şewba koronayê tesîreke neyînî dîsa li ser faaliyetên aboriyê yên kurewî çêbûn.

Hat daxuyandin ji ber enflasyon û rewşa heyî lijneya TCMByê rêjeya faîzê ya polîtîkayê 100 baz puan kêm kir û daxiste ji sedî 15yan û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bendê ne ku di nîva ewil a 2022yan da tesîrên berwext ên dervayî faktorên qada tesîra polîtîkaya pereyan û derpêşê çêdibin, dewam bikin. Lijneyê bikaranîna qada bisînor a ku ji ber van tesîran çêdibe wê di meha çileya pêşîn da binirxîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE