Di navbera Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) û Bankeya Navendî ya Koreya Başûr da peymana swapê ya 17,5 milyar dolarî (2,3 trîlyon wonê Koreya Başûr) hat îmzekirin.
Li gor agahiya li ser malpera înternetê ya Bankeya Navendî ya Koreya Başûr peymana ku bi TCMByê ra hatiye kirin wê 3 salan dewam bike û paşê herdu alî wê bikaribin li ser dirêjkirina dema peymanê biaxivin.
Di daxuyaniyê da hat gotin peyman ji bo bazirganiya di navbera herdu welatan da bi peymana swapê va bê pêşvabirin û hevkariya aboriyê hatiye kirin.
Rayedarên TCMByê jî gotin peyman hatiye çêkirin û daxuyaniya der barê mijarê da wê paşê bê dayîn.AA