Li herêmê, piştgiriyên dewletê yên ji bo heywandariyê dewam dikin. Li Mûşê, mûteşebbîs Menderes Özüpak, ji TKDK’ê hîbe stand û li ser 7 donim erdî tesîsa bizinên helebê ava kir.
Muteşebîsên herêmê, bi piştgiriya dewletê tesîsan vedikin.
Menderes Özüpak ji bo piştgiriyê serî li Saziya Destekkirin û Pêşketina Çandiniyê TKDKê da û milyonek û 470 hezar lîre hîbe stand.
Mûteşebisê Mûşî, li ser 7 donimî bi kapasiteya 500 heywanî tesîsek ava kir.
Menderes Özüpak di çarçoveya projeyê de bi 220 bizinên ji cinsê Helebê dest bi xwedîkirina heywanan kir. Ji bo xwedîkirina bizinan 3 kes jî dixebitin.
Bi saya tesîsên bi vî rengî heywandariya li herêmê jî geştir dibe.