Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Murat Kurum daxuyand di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da texsîtên meha nîsan û gulanê yên welatiyên ku ji TOKÎ û Emlak Konutê avahî sitendine hatin taloqkirin.
Kurum lî ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê mijarê da peyamek weşand.
Wezîr Kurum wiha got: "Di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê da ji bo ku welatiên me di vê heyamê da mexdur nebin em texsîtên meha nîsan û gulanê yên welatiyên me yên ku ji TOKÎ û Emlak Konutê avahî sitendine taloq dikin."
AA