TOKÎ Sîteya Pîşesaziyê ya nûjen çêdike

Di 810 kargehan de wê 4 hezar û 500 kes werin îstixdamkirin

TOKÎ Sîteya Pîşesaziyê ya nûjen çêdike

TOKÎ ji bo ku di hilberînê da sûdmendî çê be û herwiha bi kêrî îstixdam û pêşketina herêmê were li Amedê Sîteya Pîşesaziyê ya Otomobîlan ava dike. Nêzî 4 û 500 kes wê dı sîteya nûjen da werin îstixdamkirin.

Bi merîfeta Serokatiya Rêveberiya Avahiyên Giştî yên Serokwezîriyê li Diyarbekirê bi 188 milyon lireyî sîteya pîşesaziyê ya nûjen tê avakirin.

Projeya sîteya pîşesaziyê ya erebeyan li navçeya Kayapinarê li ser rê ya Elazîzê tê damezirandin.

Xebat li ser 500 donimê tê çêkirin. Li gor projeyê 620 kargeh 150 metreqare û 190 kargeh jî 300 metreqare mezin tê saz kirin.

Projeya Tamîrvanên Otomobîlan a 4emîn û Sîteya Piçûk a Pîşesaziyê ku li Herêma Başûrê Anadoluyê ya herî nûjen e.

Di sîteyê da ji bo perwerehiyê pîşeyî yê dibistanek 16 pol jî tê avakirin. Bi saya vê dibistanên hostayên bi qabiliyet weren gihandin.

Di sîteyê da ji xeynî van, avahiya rêvebirinê, sûk, banqe, firin, mizgeft, PTT, binkeya tenduristiyê, 5 xwaringeh, 3 qadên basketbol û voleybolê ku wê bi kêrî xebatkar û ziyaretvanan werin çêkirin.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 16:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE