Trafîk ji xurdeyan tê paqijkirin

Di sala 2018an de li Ankarayê hezar û 277 kesî wesayîta xwe derxist xurdeyê...

Trafîk ji xurdeyan tê paqijkirin

Hinek bê kadran, hinek bê dîreksiyon, hinek jî bê tekel in...

Taybetiya wan a hevpar jî êdî ne di trafîkê de ne. Wesayîtên kevin ên ku derdorê qirêj dikin, sotemeniyê israf dikin û di trafîkê de dibin sedema astengiyan dibin xurde.

Xwediyên wan jî ji efûya bacê û di dema standina wesayîtên nû de ji daşikandina ÖTVyê îstifade dikin.

Kesên wesayîtên xwe yên ji 16 salî mezintir û modelên di navbera 1998an de teslîm dikin, di dema standina wesayîtên nû de, di çarçoveya teşwîqa xurdeyan de heta 10 hezar lîreyan daşikandina ÖTVyê distînin.

Kesên wesayîtên xwe yên 1997 model û kevintir bikin xurde jî ligel daşikandina ÖTVyê dikevin çarçoveya efûya bacê jî.

Ger ji çaran yêkê deynê esil ê baca wesayîtên bimotor ên ketine ser hev bidin, deynê bacê, cizayên trafîkê û zemên derengmayînê tên efûkirin. 

Xwediyên wesayîtan divê pêşî serî li noterê bidin.

Dûvre jî diçin xurdexaneyên şaredariyan.

Di sala 2018an de hezar û 277 wesayît teslîmî xurdexaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatine kirin.

Wesayîtên xurde yên hatine berhevkirin piştî hisabkirina tonajê tên şandin Saziya Endustiriyê ya Makîne û Kîmyayê ya li Kırıkkaleyê.

Li vê derê ji bo sanayiya parastinê ev xurde wek çavkanî tên bikaranîn.

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2019, 11:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE