Li gor daxuyaniya ku Wezareta Gihandin û Binesaziyê weşand di meha berfanbara sala par da Xeta Trênê ya Qers-Tiflîs-Bakuyê û Korîdora Navîn a di navbera Tirkiye û Çînê da piştî ku bi serfirazî çûn û hatin wê di navbera Türkiye û Rûsyayê da trênên îxracata blok wê biçin û bên.
Di vê çarçoveyê da trêna bloka îxracata di navbera Türkiye û Rûsyayê da sibê bi merasima tê payîn Wezîr Adil Karaîsmaîloglu jî beşdar bibe va wê ji Gara Ankarayê bê rêwîkirin.
Trêna bi 15 vagonan a ji Ankarayê derdikeve rê wê ji Gurcistan û Azerbeycanê derbasî alî Federasyona Rûsyayê bibe û rêya ji 4 hezar û 650 kîlometreyî pêk tê di nav 8 rojan da biqedîne û bigihêje rawestgeha Vorsînoya li Moskovayê ye.
Di trênê da 3 hezar û 321 amûrên wek sarinc, makîneyên cilşo û freq şûştinê yên li Türkiyeyê hatine çêkirin hene û ew ji bo bazara Rûsyayê tên şandin.
Ji hêla din va trêna îxrcatê ya di navbera Türkiye û Çînê da jî wê sibê ber bi Çînê va derkeve rê.
AA