TUPRAŞ bû saziya pîşesaziyê ya herî mezin a Tirkiyeyê

TUPRAŞ bi 87,9 milyar lire firotina hilberînê va bû saziya pîşesaziyê ya herî mezin a Tirkiyeyê.

TUPRAŞ bû saziya pîşesaziyê ya herî mezin a Tirkiyeyê

Di "Lêkolîna 500 Saziyên Mezin ên Pîşesaziyê yên Tirkiyeyê" ya ku Odeya Pîşesaziyê ya Stenbolê (ÎSO) amade kir da Rafînerên Neftê yên Tirkiyeyê (TUPRAŞ) bû yekemîn, Ford bû duyemîn û Toyota jî bû sêyemîn.

Encamên "Lêkolîna 500 Saziyên Mezin ên Pîşesaziyê yên Tirkiyeyê" ji hêla Serokê Lijneya Rêvebiriya Odeya Pîşesaziyê ya Stenbolê (ÎSO) Erdal Bahçivan  va hat eşkerekirin.

Li gor lêkolînê Rafînerên Neftê yên Tirkiyeyê (TUPRAŞ) bi 87,9 milyar lire firotina hilberînê va bû saziya pîşesaziyê ya herî mezin.

Di Lêkolînê da bi 37,1 milyar lireyî va Ford Otomotîv bû duyemîn, Toyota Otomotîv jî bi 25,9 milyar lireyan va bû sêyemîn. 

Di lîsteyê da piştî Toyotayê Oyak-Renault, Rafîneriya Starê, Arçelîk, Tofaş, Îskenderun Hesin û Pola tên.

Şirketa ku di rêza nehemîn da cih girt nexwest ku navê wê bê eşkerekirin.

Di rêza dehemîn da jî Ereglî Hesin û Pola cih digire.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE