Türkiye ligel Kovîd-19ê mezin bû

Di nav endamên G20î da li gor daneyên hatin eşkerekirin Türkiye piştî Çînê bû welatê duyan ê ku mezin bûye.

Türkiye ligel Kovîd-19ê mezin bû

Aboriya Türkiyeyê di sala 2020î da ji sedî 1,8 mezin bû, li gel nexweşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) performanseke baş nîşan da. Di nav endamên G20î da li gor daneyên hatin eşkerekirin Türkiye piştî Çînê bû welatê duyan ê ku mezin bûye. Li gor Almanya, Fransa, Holandaya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên pê ra bazirganiyê dike û bazara wan gelekî teng bû Türkiye balê dikişîne.

Li gor daneyên nûçegihanê AAyê ji Saziya Îstatîstikên Türkiyeyê (TUÎK), Ofêsa Îstatîstikên Ewropayê (Eurosat) û Rêxistina Pêşketin û Hevkariya Aboriyê (OECD) berhev kirin, di çaryeka ewil a 2020î da da ji ber astengên hatin pêkanîn ên ji bo têkoşîna dijî vîrusê hasileya nesafî ya nav welêt gelekî (HNNW) daket, di çaryeka 4an da HNNW ji bo welatên OECDyê ji sedî 3,4ê kêmbûyî hat hesab kirin.

Di vê heyamê da tengbûna aboriyê li Ewropayê ji sedî 4,8, ji bo Herêma Ewro jî ji sedî 5 daket.

Li gor daneyên OECDyê yê çaryeka 4an a par yên hatin eşkerekirin herî zêde ji sedî 9,1 aboriya Îspanyayê teng bû pişt ra ji sedî 7,8 aboriya Îngiltereyê û Awistiryayê, ji sedî 6,6 aboriya Îtalyayê teng bû.

Di vê heyamê da aboriya Amerîkayê ji sedî 2,5, ya Fransayê ji sedî 5 piçûk bû, li Almanyayê jî rêjeya mezinbûnê ji sedî 3,6 dakete binê normalê.

Li gor daneyên berwext ên HNNWyê yên Eurosatê, di sala 2020î da aboriya îspanyayê ji sedî 11, ya Fransayê ji sedî 8,1, ya Almanyayê ji 4,9 û ya Holandayê ji sedî 3,8 teng bû.

- Di heyama duyemîn a 2020î da awayek berevajî tablo guherî

Aboriya Türkiyeyê di çaryeka ewil a sala par da ku hêj tesîra Kovîd-19ê belav nebûbû ji sedî 4,5 mezin bûbû.

Di meha adarê da li Türkiyeyê kesên bi Kovîd-19ê ketin hatin tesbîtkirin û paşê jî bi tesîra sînordarkirinan û hildana tewdîran va di çaryeka duyemîn a ji mehên nîsan, gulan û hezîranê pêk tên da aboriya welêt ji sedî 10,3 biçûk bû.

Ji nava salê bi biryarên asayîbûnê va mezinbûna di qada aboriyê da ji nû va dest pê kir û di çaryeka sêyemîn a sala par da ji sedî 6,3 û di ya çaremîn da jî ji sedî 5,9 mezinbûn pêk hat.

- Türkiye di çaryeka dawîn a sala 2020î da di nav welatên OECDê da di rêza ewil da ye

Aboriya Türkiyeyê sala par digel neyîniyên ji ber şewba Kovîd-19ê qewimîn mezinbûna xwe bi 1,8î domand û di nav welatên OECDê da ku rêjeya mezinbûna çaryeka çaremîn jî diyar bû da bi mezinbûna ji sedî 5,9an va bû welatê sereke yê awayek erênî mezin bû.

Li gor daneyên OECDê di çaryeka dawîn a sala 2020î rewşa mezinbûna aboriya hin welat û komên welatan wiha ne:

Welat- Komên welatan  Rêjeya Meinbûnê (Ji sedî)
Türkiye 5,9**
Îsraîl -0,4
Japonya -1,1
Norveç -1,1
Lîtvanya -1,2
Koreya Başûr -1,3*
Letonya -1,6
Fînlandiya -2,2
Amerîka -2,5
Swêd -2,6
Slovakya -2,7*
Polonya -2,8
Hollanda -3*
Danîmarka -3,1
OECD -3,4
Kanada -3,5*
Kolombiya -3,5
Almanya -3,6*
Macaristan -4,1
Belçîka -4,7
Yekîtiya Ewropayê -4,8
Fransa -5
Herêma Ewroyê -5
Çekya -5,1
Meksîka -5,2
Portekîz -6
Îtalya -6,6
Awistirya -7,8
Qraltiya Yekbûyî -7,8
Spanya -9,1*

**Daneya TUÎKê

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE