Türkiyeyê îsal 110 hezar ton hingiv hilda

Bi piştevaniya ku Midûriyeta Giştî ya Daristanê di çarçoveya "Plana Daristanên Hingiv" da dide hejmara kovarên di sala 2010an da 5,6 milyon bûn îsal gihîşt 8 milyonî.

Türkiyeyê îsal 110 hezar ton hingiv hilda

Midûriyeta Giştî ya Daristanê bi saya "Plana Daristanên Hingiv" va li Türkiyeyê him hejmara kewaran û him jî rêjeya hingivê tê derxistin zêde kir. Di sala 2010an da 5,6 milyon kewar hebûn û ev jimar îsal gihîşt 8 milyon kewarî û ji wan jî 110 hezar ton hingiv hat derxistin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Midûriyeta Giştî ya Daristanê hilda ji welatên herî zêde hingiv tê çêkirin yek jî Türkiye ye û Midûriyeta Giştî ya Daristanê jî ji bo ku him hejmara kewaran û him jî tona hingivê ji wan tê derxistin zêde bike hewl dide û di vê çarçoveyê da jî daristanan ava dike.

Midûriyeta Giştî ya Daristanê li seranserê Türkiyeyê 75 hezar û 274 hektar erd ji bo mêşvanan vekir û Mugla di serî da li çar aliyê Türkiyeyê 585 daristanên hingivê ava kir.

Li Türkiyeyê bi bergîdana 450 milyon dolarî hingiv tê derxistin û qasî 150 hezar malbat jî bi mêşvaniya hingiv va debara xwe dikin. Wisa tê texmînkirin ku kêm zêde bi qasî milyarek dolar nirxa zêdekirî ya vî karî di bazarê da heye.

Midûriyeta Giştî ya Daristanê dixwaze ku di sala 2023an da 40 hezar ton jê hingivê çamê bi tevahî 125 ton hingiv ji kewarên li nav daristanên bi destê saziyê hatine danîn, bê hildan. Hejmara daristanên bo hingiv jî heta wê çaxê derxin 720î.

Midûriyeta Giştî ya Daristanê di sala 2010an da him ji bo parastina siruştê û him jî ji bo gundiyên bi mêşvaniyê ra eleqedar dibin "Plana Daristanên Hingiv" kir rewacê û jê wê rojê vir va him kewar û him jî hingivê jê hat hildan zêde bû.

Bi saya projeya sepandina wê di navbera salên 2013-2017an da hat kirin û ji sala 2018an heta 2023an jî wê bidome da hejmara kewaran wê bê zêdekirin. Lewra di sala 2010an da hejmara kewarên ku 5,6 milyon bû di sala 2020an da derket 8 milyonî û hingivê ji kewran dihat hildan jî ji 81 hezar tonî derket 110 hezar tonî.

Saziyê di 2,5 salên dawîn da li 17 hezar û 998 hektar erdî 167 daristanên hingiv tesîs kir û ji bo mozvanan vekir. Ji bo mesrefa van tesîsan 13,5 milyon lire, ji bo mêzekirin û tedîlata daristana hingiv jî 2.5 milyon lire hat xerckirin. Di 10 salên dawîn da ji bo tedîlat û tesîskirina daristanên hingiv 48,5 milyon lire hat xerckirin.

- Ji sedî 85ê hingiv ji daristanan tê bi destxistin

Ji bo domandina gelek cureyên li tebîetê, nebatan û parastina cisnên biyolojîk moz gelekî girîng in, ji ber vê dema li daristanên kestane, êxlamur, akasya, gulên dehlê û karçînan û gelek kulîlk û nebatan mêze dikin tê dîtin ku ji sedî 85ê hingiv ji van deran tê hilberîn.

Avakirina daristanên hingiv hem kêm mesrefê digre hem jî ji bo ekolojiyê kêr tê. Ji sedî 50yê daristanan xwedî erdekî xiloxaro ye. Bi avakirina van daristanan va erd tê rastkirin, nebat lê zêde dibin û erd ji erozyonê tê parastin.

- Qadên ji bo mozvaniyê kêrhatî

Kesên ji daristanan îstifade bikin û mozvaniyê bidomînin dibê serî li midûriyetên daristanên yên li herêman bixin.

Beriya avakirina daristana hingiv li qadê xebatên vejetasyon û floraya herêmê tê kirin û rêjeya nektar û polena nebatan tê tesbîtkirin. Paşê li gor van agahiyan tê tesbîtkirin ku gelê dibê çi were çikandin û ajotin. Bi saya vê va koloniya mozan ên li daristanê werin bicihkirin tê hesabkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE