Vakifbankê rêjeyên faîzê yên ji bo avahî, wesaîd û hewcedariyê daxist. Di krediyên avahiyan de rêjeya faîzê bû ji sedî 1 bêhnok 49.
Wakifbankê di krediyên avahiyan de heta milyon û nîvek lîreyî rêjeya faîzê ya mehanê daxist ji sedî 1 bêhnok 49an.
Di krediyên wesîdan de jî rêjeya faîzê hat daxistin ji sedî 1 bêhnok 55an.
Faîzên ji bo krediya hewcedariyê jî hat daxistin dora ji sedî 1 bêhnok 59an.
Bi vî awayî mişteriyên Wakifbankê ku bi vadeya 10 salan 100 hezar lîre dê krediya avahiyê bistînin, bi vê daxistinê 13 hezar û 120 lîre qezenc bikin.
Her wiha dîsa mişteriyên ku dê krediya wesaîdê bistînin jî 6 hezar û 469 lîre biavantaj in.