Li Vanê piştî ku sîteya tekstîlê hat avakirin, sektora tekstîlê gelek pêş de çû. Bi vê munasebetê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank li ser medyaya civakî peyamek weşand û got: “Van, bi hilberîna xwe wê aboriya welêt mezintir bike.”
Van di warê sektora tekstîlê de bû navendeke girîng.
Lewra cil û berg û qumaşên ku li vir tên çêkirin, li seranserê cîhanê belav dibin.
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê li ser medyaya civakî bal kişand ser vê rewşê û got: “Bi saya Bajarê Tekstîlî yê Vanê him wê reqabeta Tirkiyê xurt bibe him jî wê îstixdamê zêde bike.”
Serokê Herêma Pîşesaziyê yê Vanê Memet Aslan jî got: “Di 3 salan de nêzî 3 hezar ciwan ji bêkariyê xilas bûn.”
Xebatkarên tekstîlê jî dibêjin: “Bi xurtbûna sektora tekstîlê em jî gelek memnûn în. Lewar ji me re deriyê kar û xebatê vebû.”