Lı Elezîzê, fabrîkayeke taybet a tekstîlê tê vekirin. Tê plankirin ku di fabrîkayê de 3 hezar û 500 kes bên îstîhdamkirin.
Li herêmê miteşebîs di gelek waran de veberhênanan dikin. Ji van yek jî qada tekstîlê ye.
Li Elezîzê Saka Holdîngê 34 milyon avro sermaye danî û fabrîkayeke taybet a tekstîlê amade kir.
Ji bo danasîna fabrîkayê bernameyek hat lidarxistin. Rayedar û siyasetmedarên bajêr, karsaz û gelek welatî beşdarî bernameya danasînê bûn.
Tê plankirin ku di fabrîkayê de 3 hezar û 500 kes bên îstîhdamkirin. Her wiha 150 milyon dolar jî îxracat bê kirin.