Xebat û xizmetên li herêmê dewam dikin. 80 fabrîkayên li Batmanê tevî 6 hezar xebatkarên xwe hilberînê dikin. Malzeme û eşyayên ku li van fabrîkayan tên çêkirin, tên firotin gelek welatên cîhanê.
Kar û xebatên ji bo pêşxistina aborî û îstixdama herêmê dewam dikin.
Li Batmanê Fabrîkaya ku 50 cûre malzemeyên înşeatê çêdike, berhemên xwe dişîne gelek welatên cîhanê.
Bi vî awayî bi qasî 5 milyon lîre îxracat tê kirin.
Xwediyê Fabrîkayê dibêje: “Em dixwazin fabrîkaya xwe mezin, hejmara xebatkarên xwe jî zêde bikin.”
Xebatkarên fabrîkayê jî dibêjin: “Bi saya van razemeniyan him îstixdam zêde dibe, him jî aboriya bajarê me xurt dibe.”