Sazıya Piştgiriyê ya Çandınî û Pêşvebirina Gundewaran li Midyada Mêrdînê ji bo agahdarkirina muteşebîsan li ser piştgiriya hîbe û veberhênanan de civînek kir. Di civînê de hat eşkerekirin ku li Midyatê di warên cuda de 18 milyon lîre hîbe hatiye dayîn muteşebîsan.
Saziya Piştgiriyê ya Çandinî û Pêşvebirina Gundewaran TKDK li herêma Mêrdînê xebatên xwe didomîne.
Saziyê herî dawî derbarê piştgiriya hîbe û veberhênanan de civînek li dar xist.
Di civînê de pisporan di gelek mijarên li ser veberhênanan de agahî dan muteşebîsan.
Rayedarên saziyê û gelek muteşebîs beşdarî civînê bûn.
Rayedarên TKDKyê eşkere kirin ku heya niha li muteşebîsên Midyadê 18 milyon lîre hîbe hatiye belavkirin.