Li Semsûrê sîstema ceyrana tavê herku diçe belav dibe. Li bajêr salê 286 roj tava xurt heye. Semsûriyan heya niha 134 santral ava kirine û ji enerjiya rojê îstifade dikin.
Enerjiya tavê yek ji enerjiyên herî paqij û kêrhatî ye.
Salên dawî di hilberîna ceyranê de rêjeya enerjiya tavê zêde dibe.
Dewlet jî ji bo ku gaza serayê belav nake, piştgiriyê dide enerjiya tavê.
Li Semsûrê jî heya niha 134 santral hatine avakirin û ji vanan salê milyonek û 700 hezar kîlowatt ceyran tê peydakirin.
Dewlet ji karsazên ku santralan çêdikin heya 10 salan ceyranê dikire.