Lı Mûşê 3 muteşebîsan, ji bo ji enerjiya tavê îstifade bikin li ser 10 dekarî, hezar û 200 panel raxistin. Muteşebîs niha rojê 300 kîlowatt seat ceyran hildiberînin û difroşin TEDAŞ’ê. Verberdêr dibêjin ger piştgirî bê dayîn wê li herêmê zêdetir ji tavê îstifade bikin.
Enerjiya tavê yek ji enerjiyên herî paqij û kêrhatî ye. Di hilberîna ceyranê ya ji tavê de, korbonmonoksît û gazên xerab belavî atmosferê nabin.
Dewlet ji bo vê yekê piştgiriya bacê dide ku ji enerjiya tavê bêtir bê îstifadekirin.
Li Mûşê jî 3 muteşebisan dest bi karê panelên solar kirin û ji bo ceyranê hilberînin li ser 10 doniman 1200 panel raxistin.
Muteşebis li gel rewşa zivistanê rojane 300 kîlowatt seat ceyran hildiberînin û difroşin TEDAŞ’ê.
Xebatkar dibêjin havînê wê hilberîna ceyranê zêde bibe û ger piştgirî bên dayîn wê li ser qadeke firehtir ji tavê îstifade bikin.