Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî di roja yekemîn a şixul da bi 33,62 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent roja înê derket 32,91 dolarî û dû ra bi 32,50 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 08.41an pê va ji sedî 3,45 rabû û bû 33,62 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 30,76 dolarî hat firotin.
Di piyaseyên kurewî rûdanên li ser pandemiyê, peywendiyên Amerîka-Çînê û geşedanên erz-telebê yên kurewî dê werin şopandin.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 33,40 û 35,60 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 31,80 û30 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.
AA