Warîlê nefta brent bi 60,94 dolarî ye

Warîlê nefta brent di yekemîn roja şixul a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî bi 60,94 dolarî tê firotin

Warîlê nefta brent bi 60,94 dolarî ye

Warîlê nefta brent di yekemîn roja şixul a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî bi 60,94 dolarî tê firotin. 

Warîlê nefta brent roja înê bi 61,13 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 61,92 dolarî. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî bi 61,16 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.12an pê va ji sedî 0,36 şikest û bû 60,94 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) bi 53,08 dolarî hat firotin.

Pisporan bal kişand ku hilberîna nefta xav a Amerîkayê di asta rekorê da ye û heger li vî welatî hilberîna neftê bidome, zexta ber bi jêr ya li ser bihayan dê dewam bike.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 61,23 û 61,70 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 60,29 û 60,76 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne. 

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 11:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE