Warîlê nefta brent bi 61,68 dolarî ye

Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 61,68 dolarî tê firotan.

Warîlê nefta brent bi 61,68 dolarî ye

Warîlê nefta brent di roja yekemîn a şixul da li piyaseyên navneteweyî bi 61,68 dolarî tê firotan.

Warîlê nefta brent roja înê derket 62,60 dolarî û dû ra bi 62 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.06an pê va ji sedî 0,51 şikest û bû 61,68 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 55,81 dolarî hat firotin.

Li gorî daneyên şîrketa xizmetê ya qada neftê Baker Hugesê ku hefteyê carekê diweşîne, hejmara bîrên sondajê yên neftê yên li Amerîkayê di hefteya 21-27ê îlonê da li gorî hefteya derbasbûyî 6 kêm bû û berjêrî 713an bû.

Ji aliyekî din va rageşiya ku li Yemenê gur dibe, tê destnîşankirin ku dibe bandoreke wiha bike ku bihayên neftê rabin.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 62,70 û 62,75 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 60,92 û 60,79 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE