Warêla nefta brent bi 24,48 dolarî tê firotin

Warêla nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 24,48 dolarî tê firotin.

Warêla nefta brent bi 24,48 dolarî tê firotin

Warêla nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 24,48 dolarî tê firotin.

Warêla nefta brent roja înê derket 25,85 dolarî û dû ra bi 24,68 dolarî roj temam kir. Warêla nefta brent îro serê sibê ji saet 09.23yan pê va li gor duh ji sedî 0,81 kêm bû û daket 24,48 dolarî.

Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 21,21 dolarî hat firotin.

Ji ber ku bihayê dolar zêde dibe û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo îtxalkirina hin ber û berhemên Çînê gefa bacê dixwe, bihayê neftê kêm dibe.

Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) a ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike û welatên dervayî OPECê yên ku serkêşiya wan Rûsya dike biryara kêmkirina nedtê dabûn ku ev biryara wan jî di 1ê Gulanê da bi fermî kete rewacê. Li gor biryarê ev welat 2 mehan wê hilberîna xwe ya neftê wê rojê 9,7 milyon warêl kêm bikin.

Pispor dibêjin ev biryar û biryara hin welatan a ku dixwazin tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê kêm bikin ku aboriya wan hinekî zindî bibe wê rê li ber bigre ku bihayê neftê hê zêdetir kêm nebe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE