Warêla petrola brent: 67,26 dolar

Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 67,26 dolarî tê firotin

Warêla petrola brent: 67,26 dolar

Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 67,26 dolarî tê firotin.

Warêla petrola brent duh bi 66,02 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 67,36 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 66,69 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.16an pê va ji sedî 0,85 zêde bû û derkete 67,26 dolarî. 

Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 56,94 dolarî hat firotin.

Pispor dibêjin hêvî ew e ku Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) di civîna 6ê berfanbarê ya li Viyanayê were lidarxistin da kêmderxistina petrolê bidomînin ji ber vê jî bihayê petrolê zêde dibe.

Wekî mayîn her çiqasî OPEC kêmderxistina petrolê bidomîne jî Amerîka dixwaze ku li piyaseyê hebûna xwe biparêze û ji ber vê jî OPECê zor bigihêje armanca xwe.

Dîroka nûkirinê: 16 Mijdar 2018, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE